Romana Çavên Gurgî li dor temayên evîn û egîdiyê hatiye vehonandin ku çîroka lehengên vî metnî herwisa sosyo-polotîkikeke civakî ye nîşan dike ka jiyanên li ser tixûbên çawan in. Tiştên ku ji serê Danyal û hevalên wî derbas dibin ji aliyekê ve dijwariya qaçaxçitiya li ser hudûdan vedibêjit û ji aliyê dî ve jî serederiya bi wan dijwariyan çi têkilî di navbera gelê niştecih û wezîfedarên dewletê de pêkînaye bi zimaneke herikbar hatiye teswîrkirin. Di vî metnî de xwîner dê baş bibîne ku ka hestên tekane ên wekî evîn, cudatî û egîdîtiyê çawa di civateke li ser tîxûbî de vegeriyane halên civakî. Bi vî awayî Çavên Gurgî çîrokên şexsî vegotibe jî herwisa çîroka lêgerîna ferdîbûnê ye jî.