Ku kenê Merdan qedîya, got:
“Xalo, di pêşîya ku werim cem te. Hingî ku tavan dibarîya û disekinî, min du riste yên xweş ber hev kirin, ji bona vê meh a sibat ê. Pir li hev tên, ez pê, pir kenîyam.”
Gavanê Kal bişivî û got:
“Ka bêje.”
Merdan got:
“Ey sibat ê, tu sibat a xaponek î. Çima tu henekê xwe bi min dik î?” Gavanê Kal kenîya û bi kenê xwe re, riste ya wî, ber dewam kir:
“Carna germ û carna jî hînik î.
Piçek kinik û rindik î
Lê hinga ku tu xilîlok ê dibarînî.
Bi qesem ê navê xwedê tu dînik î.” Pirqînî bi Merdan ket û bi hev re, dest bi ken kirin…
Di nav kenê xwe de Merdan got:
“Wele ku ne ji kumik bûna, ew ê xilîlok a wek xarên şûşe, ê serê min beredayî, bele sebep bişkandina. Xebera te rast e xalo, sibat dînik e.” Awurên wan ket hev û dîsa kenîyan… Pir kenîyan.
"Bixwênen, biben hoste û dezgevan Çima hûn ê li ber pez bivin şivan." (Cigerxwîn)