"Ta", kitêbeke çîrokan a nû ji Mehmet DicleKitêba nû ya çîrokan a Mehmet Dicle, "Ta" di nav wesanên Avestayê de derket. Pistî herdu kitêbên xwe "Asûs" û "Nara", Mehmet Dicle vêga bi kitêba xwe ya sêyemîn a çîrokan bi me re ye: "Ta". Ew dîsa me vedixwîne Asûsê. Dibe "Sala Kulê", dema xelayê: "Qimil hatin, mihacir hatin, kul hat, li me bû xela. Tu nehatî. Îsev dengê guran jî ji diyaran tê. Ew jî ji pêsiya ûris reviyane. Xwezî tu jî bireviyayî. Ji zû ve ye kaxidên res jî nayên. Dibên berfê rê girtiye loma. Zivistanên Serhedê xedar in. Esker li ser pista hespan dibin mirovin ji qesayê. Jinikek mihacir digot, tiliyên lingan dirizin, wek gûzên pûç diwesin."Û "Ta", serpêhatiya Cemsîdê kor ku ji êvarê de li ber kuçikê rûnistibû û qala çîroka wê tivingê dikir: "Çar mêran jinên xwe bi vê tivingê kustine. Jinên ne xwediyê sozên xwe." Hersê jinên kustî bellî ne, lê ya çaran ê kî be? Mehmet Dicle, ji mirovên piçûk û sade karakterên mezin ava dike.