Tê gotin kû: Nerm bûn ji hişk bûnê, av ji kevir, hezkirin ji zorê zeximtire, çêtire… Ji xwe jîyan bê hezkirin nabe. Dê û bav, her tim dixwazin zarokên wan bi çîk bin, serkeftî bin. Lê gereke mebesteke (Hedef) meriv jî hebe, wek: Doktorî, Mûhendizî, Parêzerî, Dozgerî û wekî dinê... Kû her tim di deste we de pênûs, pirtûk, an jî kovar hebe, jîyana we jî, wê gelek baş, pir xweş be. Hûnê nêzî mebesta xwe bin û serkeftinê bi dest bixin. Bixwînin û binifsînin; xwandin pewîste. Hûn jî zanin, meriv bi xwandinê zane dibe; ev dinya bi we zana wê gelek xweş be! Delalno, zarokê rojê, yên pêşerojê, pêşedemê, ayendê. De werin em bi hevre, bi wî dilê weyî paqij, daxwazîyekê bikin: “Em hêvîdarim kû her însan, her milet bi bawerî û rengên xwe azad, wek hev bijî li ser rûyê vê erdê!.. “Ez pir ji zaroka hezdikim. Kû bi zarokekî re têkilî, dostanî, hevaltîya min hebe, ew hevalê mine, ne zaroke… (Yaşar Kemal)